Rêxistina neteweyî ya hêlên rênîşander a jin û keçan a Swêdê

Rêxistina neteweyî ya hêlên rênîşander a jin û keçan a Swêdê (Roks) dest bi pêkanîna malpera Rokstjejjourer.se û bernameyeke bernameyeke bikaranînê (application) kiriye. Li vir agahiyên zêdetir derbarê raboriya Roks'ê û tevgera hêla rênîşander a keçan hatiye kirin.

Di gel keçeke keşîkê (on-call) biaxive.

Josefin jourtjej, 26 salî
"Ez endamê tevgerekê me ku bi armanca pêkanîna guhertinê di jiyana keç û jinan da pêk hatiye. Ez bi rastî ji bo guherandina jiyana keç û jinan hewil didim."

 

Derbarê Roks'ê

Roks (Rêxistina neteweyî ya hêlên rênîşander a jin û keçan a Swêdê) daxwaza bidawîanîna tundiya mêran û kuran li dijî jin, keç û zarokan e. Endamên Roks'ê hêlên rênîşander ên jin û keçan in. Hemî hêlên rênîşanderê jin û keçan ku di bin sîvana Roks'ê da dixebitin, saziyên bêberjewendî (non-profit) ne û çalakiyên xusûsî û taybet dimeşînin. Erkeke Roks'ê lidarxistina civîn û kûrsên fêrkariyê ji bo hêlên rênîşander ên keç û jinan û piştgiriya ji wan di warên rojane da ye. Roks'ê erkeke din jî heye ku danasîna nêrînên tevahiya tevgerê û veguhestina hewcetiyan bi biryardenên weke Riksdag û dewletê ye. Hemî endamên Roks'ê bibiryar in ku pêşî li mêr û kuran ji bo pêkanîna hesta ne-ewlehiyê li jin û keçan bigirin. Ji ber vê yekê, gişt ji bo bidawîanîna tundiyê dixebitin.

Hêlên rênîşanderê jinan pirranî pişta jinên temendirêj û zarokên wan digirin, di halekî da ku hêlên rênîşanderê keçan pirranî pişta keç û jinên ciwan digirin. Têkiliya tev hêla rênîşander a ne-têkildar, an têkilîdanîna di gel jinên temendirêj di gel hêla rênîşander a keçan tu pirsgirêkekê çênake. Hêlên rênîşander ên jinan û hêlên rênîşander ên keçan alîkariya gişçt keç û jinên hewcedarê alîkariyê, bêyî berçavgirtina hêla rênîşander ku bi wê ketine têkiliyê, dikin.

Roks'ê kovareke taybet bi navê Kvinnotryck'ê heye. Ev kovar çar caran di salê da tê weşandin û pêkhatî ji babetên birojkirî di warê Femînîsm û Çalakbûnê ye. Gelo tu dixwazî bibî aboneya Kvinnotryck'ê? Agahiyên zêdetir li vir bixwîne

"Li kêleka hev, bi pêwendiya xwîşkatiyê, ji bo pêkanîna cîhaneke vala ji tundî û zilmê" – Dîmena Roks'ê

Agahiyên zêdetir derbarê Roks'ê li vir bixwîne!

 

Dîroka Roks'ê

Ji destpêka çalakiya Roks'ê derdora 36 sal derbar dibe. Ev rêxistin di dawiya dehika 70î ya mîladî û piştî cihanîna plana lêkolînî derbarê sûcên zayendî da hat damezirandin. di vê pêlanê da hatibû pêşniyarkirin ku cezaya destdirêjiyê kêm bibe û dadgeh ji bo dayîna biryarê bala xwe bide ser kinc û liv û tevgerên jinê beriya qewimîna destdirêjiyê. Gelek jin ji bê pêşniyarê gelekî bihêrs bûn û derbarê hêrsa xwe di gel hev axivîn. Jin li aşpêjxaneyê rûdiniştin û bi hev ra derbarê tiştê ku biryar bû derbarê wan cih bê, diaxivîn. Ewna pê hesiyan ku gelek jin tûşî pirsgirêkine bi vî rengî bûn û êdî wan ji hilêxistina tundiya ku li dijî wan hatibû sepandin, şerm nedikir. Jinên ku bi hev ra diaxivîn, hêdî hêdî ev fikr di nava wan da pêk hat ku renge jinine din jî tûşî vê pirsgirêkê bûbin. Yekem hêlên rênîşandera jinan li Gothenburg û Stockholm'ê dest bi xebatêl kir û demek piştra hêline din li seranserî Swêdê çalak bûn. Di sala 1983an da komxebatek ji bo lêkolîna derbarê pêwîstiya pêkanîna rêxistinekê ji bo hevahengkirina hemî hêlên rênîşander ên jinan pêk hat. Di encamê da, Roks di sala 1984an da hat damezirandin.

 

Dîroka tevgera Hêlên rênîşanderê keçan (girls' helpline movement)

Yekem hêla rênîşander a jinan di sala 1996an da li Stockholm'ê pêk hat. Piştî destpêkirina çalakiya yekem a Hêla rênîşander a keçan, hêline din ên rênîşander jî hêdî hêdî çalak bûn. Hêlên rênîşander ên keçan bi vê armancê pêk hatin ku roj bi roj keçine zêdetir daxwaza pêkhatina yekîtiyê ji bo ssekinîna li hemberî tundiya mêr û kuran li dijî keç û jinan dikir.

Tevgera hêlên rênîşandera keçan ji tevgera hêlên rênîşandera jinan mînak wergirt. Hêlên rênîşander ên keçan û hêlên rênîşaner ên jinan gişt di bin sîvana Roks'ê da dixebitin. Yekane ciyawaziya van du tevgeran ev e ku koma armanc a hêlên rênîşanderê keçan, ciwantir e.

Di sala 2000î da, Roks'ê peyva ’’tjejjouren’’, bi wateya "Hêla rênîşander a Keçan" xiste nava navê xwe û loma roja îro li Swêdê bi navê Rêxistina neteweyî ya hêlên rênîşander a jin û keçan a Swêdê tê naskirin.

 

Derbarê hêlên rênîşandera keçan ên Roks'ê

Derdora 35 hêlên rênîşandera keçan di bin sîvana Roks'ê da dixebitin. Di sala 2020î da malpera Rokstjejjourer.se pêk hat.

Hêlên rênîşandera keçan ku di bin sîvana Roks'ê da ne, di warê vekolandina hewcetiyên jinên ciwan an keçan da pispor in. Hin hêlên rênîşander, weke hêla rênîşandera keçan a Stockholm'ê, xwedan tecrube û ezmûna herî kêm 25 salî di warê alîkariya bo keçan in. Yanî me tecrubeyeke binirx di warê alîkarîgihandin û piştevaniya ji jinên ciwan û keçan heye.

Hêlên rênîşandera keçan ku di bin sîvana Roks'ê da ne, berdewam ji bo raberkirina piştgirî û rênîşandana pêwîst bo te dixebitin. Hemî alîkarî bi nêrîna te bi xwe tên raberkirin û biryardana derbarê asta alîkarî û piştgiriyan li ser ustiyê te bi xwe ye. Hêlên rênîşandera keçan amade ji bo alîkariya bo te ye. Bidestxistina hêlên rênîşandera keçan bi riya telefon, Email û gotûbêja nivîskî ya serxet (Chat) pêkan e. Hin hêlên rênîşandera keçan derfetên wergirtina amadehî jî hene. Hemî xizmetên ku bi riya hêla rênîşandera keçan û di bin sîvana Roks'ê da tên raberkirin, bêpere ne û sînordariyên herîkêm û herî pirr a temen ji bo sûdwergirtin ji van xizmetan tuneye. Nivîsên ku tu didî ber destê Hêla rênîşandera keçan, nihênî dimînin. Hêlên rênîşandera keçan neçar in ku siyaseta parastina nihêniyan cih bînin û gotinên te nadin ber destê tu kesî.

Hêlên rênîşandera jinan carinan civînên amadehî li dar dixin. Hin hêlên rênîşander gerr û geştên havînê, komên keçan, xelekên pirtûkxwendinê an şevên karaoke'ê yên taybetî keçan li dar dixin. Hêlên rênîşandera keçan carinan tên nav dibistana te û nivîsarên xwe yên bi gengeşe di rojnameyan da diweşînin.

Gelo tu dixwazî ku di gel Hêla rênîşandera keçan di bin sîvana Roks'ê da bikevî têkiliyê? Ji vir dest pê bike

Gelo tu dixwazî ku hêleke rênîşander a keçan damezirînî an di gel hêlên rênîşandera keçan hevkarî bikî? Agahiyên zêdetir li vir bixwîne

Josefin jourtjej, 26 salî
"Ez bilez pê hesiyam ku ez bûme endamê çi tevgereke binirx. Çalakî wek keçeke keşîk (on-call girl) di rewşa awarte da şanazî ye."

 

Xaneyê pirsê – Femînîsm û xwîşkatî

Xaneyê pirsê pêkhatî ji hin pirsan e ku te an kesên din li Rokstjejjourer.se hilêxistine. Tu dikarî bersivên raberkirî bo te bi xwe an kesên din jî bixwînî. Di dewamê da tu dikarî pirsên têkildarî femînîsm û xwîşkatiyê bixwînî. Gelo tu dixwazî pirs û bersivên zêdetir bixwînî an pirsa xwe bi xwe hilêxînî? Li ser xaneyê Pirsê kilîk bike.